Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê cejina Zayînê li gelê Sûriyê bi giştî pîroz dike û nemaze ” li Xirstiyanên Sûriyê, bi helkefta bîranîna jidayîkbûna berêz Mesîh dirûdên xudê li ser “. Hadî Elbehra serokê Hevbendiya Niştimanî got:”di van çar salên bûrî de ji serdemê Şoreşê, roj û helkeft û cejin li ser Sûriyan, bi xem û êş û koçberkirin û bi girtin derbas bûn, bi sedema zordariya desthilata dîktatorî li ser Welat, û bîranîna vê roja pîroz ku şeveka pîroz bi xwe re bo tevaya cîhanê tîne, ku hêviyên hemû sûriyan bi vê şevê geşdibin bê cidahiyên olî û ayînî, da ronahiyê di dilên wan de belav bike û li bîra wan bîne ku şoreşa wan bi hêviyê destpê kir, û qurbaniyên şehîdan û hedara dayîkan û xoragiriya girtiyan û janên birîndaran û derdeseriyên koçberan, pêwîste bigihe pêkanîna wê hêviyê, bi bizav û hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyê wek yek laşî”. Elbehra di dawiya gotina xwe de got:” Em lava ji xudê dikin ku serkeftinê ji kur û keçên gelê Sûriyê re bîne, û ev şeva pîroz bi saya xudê bibe destpêka ferehiyê û serkeftinê, û bibe delîveyek li pêş vekirina astangiyên rojane û serdemekî nû ji jiyan û maf û azadiyê re”.
Jêder: Hevbendî