Li gor serokê Hevbendiyê Hadî Elbehra ragihand ku Hevbendiya Niştimanî Sûrî di riya desteya xwe ya siyasî re Rûsya haydar kir ku ” Ew ê Operasyona diyalokê bi hemû netew, şepolên niştimanî, û rêxistinên sivîl re bo danûstendinê birêve bibe “. Behre berdewam kir:” Dawî Mosko nas kir ku çareseriya leşkerî bê encame, û divê çareseriya siyasî aktîv bibe”.
Behra di hevdîtinek taybet de bi kenala Rûsya Elyewm re wisa jî got:” Me ji Rûsya xwest ku yek ji wan welatên piştgirên diyaloka Sûrî – Sûrî be”. Û tekez kir:” Ev diyalok di nav hemû pêkhateyên Sûrî de ye, û nayê wateya ku em li ser nerîn û armanca dûmahiyê di veguheztina siyasî ber bi dimuqrasî û hemerengiyê ciyawaz in, hemû li ser vê armancê dibin yek, tev ku awayên gihiştinê ji hev cuda ne. Hevbendî li ser hemû aliyan vekirî ye, tu dergehên girtî bo diyaloka li ser awayên veguheztina siyasî tune ne, ev veguhestina li ser hilbijartina komeleyek damezirêner, û dûbarekirina nivîsîna destûrê di rewşin bêlayen û aram de wek ku Sûrî dixwazin ava dibe “.
Serokê hevbendiyê zêde kir:” Me bi Rûsan re lihev kir ku Cinêv1 çarçoveya guftugoyê be mîna lêvegerekê ji diyaloka Sûrî – Sûrî re”. Di dawiya hevdîtina xwe de destnîşan kir ku Rûsya, Misir, û Dî Mistora ta niha bi tu destpêşiyên nivîskî ranebûne, lê ew guh didin aktîvkirina çareseriya siyasî, û sozan bo piştgiriya dyaloka Sûrî didin.
Hjêder: Hevbendî