Hevbendiya Niştimanî tawanên Esed yên bikîn li dijî Sivîlan li Wadî Eldêf û Elhamidiyê şermezar kirin, ew tawanên wek bersivdanekê li ser têkişandina hêzên xwe li wan deveran pêkanîn, û Salim Elmislit berdevkê Hevbendiyê careke din daxwaz ji” Civaka Navdewletî kir ji bo hilgirtina tevaya berpirsyaretiyên xwe bo parastina Sivîlan, bi rêka sepandina Navçeyên tenah li bakur û başûrê Sûriyê li gor nexşeya Hevbendiyê ya di vê mijarê de pêşkêş kiriye, da bibe panageh bo parastina sivîlan ji topbarankirina Esed”. Elmislit tekez kir ku ” toparankirina hovane ya Esed gur dike, bitenê ji bo bêhêvîbûna xwe û mêlîşayên alîgir têde dijîn veşêre, piştî têkşikandina wan di çendîn navçeyan de”. hêjayî gotinê ye ku duhî firokên Esed Kefr Texarîm armanc kir, û têde 13 kes şehîd ketin, tevlî 12 kesên li Taxa Elwe’r li Himusê doh şehîd ketibûn.
Jêder: Hevbendî