Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî tawankariya Rêjîma Esed ya kirêt di şewitandina 8 sivîlan de li Şêx Miskîn li Der’a protesto kir. Elherîrî Îro tekez kir ku”Rêjîma Esed ya ko karên herî xerab bi serjêkirin û şewitandinê dike, û Bermîlên Teqîner û bombe û çekên kîmawî bi ser miletê Sûrî de davêje, ew berpirsê yekem e di geşbûna tundrewiyê de û geşbûna wê li Sûriyê, û Rêjîm ew e ya piştgiriya tiroristiyê dike.” Elherîrî dubare doz ji”Hevpeymana Navdewletî kir da derbeyên leşkerî li cîgehên Rêjîmê bide û wî jî mîna Rêkxistinên tirorist bibîne.”
Herweha Şoreşgeran kelaxê 8 pakrewananên sivîl li cîgehekî leşkerî yê Rêjîmê li bajarê Şêx Miskîn dîtin, û piştî wê Şoreşgeran dest dannîn ser pareke mezin ji bajêr, Rêjîma Esed berî wan sivîlan gulebaran bike ew wek çeperên mirovî bikar anîbûn û di pey re ew di kuştareke komel de şewitandin.
Herweha bajar ket ber êrîşeke asmanî ya hêlîkopterên Rêjîmê û çar Bermîlên teqîner avêtin ser mal û taxan, lê tu pêzanînên encamên wan êrîşan negihane me. Herweha îro firokên Esed 8 bermîlên teqîner bi ser bajarê Ibte’h de, û 10 bi ser Gundewarê Şamê de, û 6 bi ser Zebedanî de, û 4 bi ser Zibdîn de, avêtin, gelek wêranî di avanî û xaniyan de kirin.
Jêder: Hevbendî