Hevbendiya Niştimanî Sûrî tawana kuştina têkoşerê Filestînî wezîr Ziyad Ebû Eyn duh ji hêla dagîrkarê Israîlî ve di dema beşdariya wezîr li gundê Tirimsaya li Difa Xerbî ya dagîrkiriî di nerazîbûnan de şermezar kir.
Razgirê Giştî yê Hevbendiyê Nesr Elherîrî bi navê xwe û bi navê milletê Sûrî behînameyek pêşkêş kir ” Bo deshilatiya Filestînî, birayên me yên Filestînî, û bo mirovên şehîd em behînameyek germ pêşkêş dikin, tekez dikin ku şerê me di riya azadiyê û rûmetê de yek e “. Herîrî di daxuyaniyek rojnamegerî de îro tekez kir ” Nabe Civaka Navdewletî di girtina çavan de li ser tiştê ku li sûrî û filestîn çêdibe berdewam be”. Jê xwest ” Livek ji dil, û kar bo danîna rêbazeke piraktîk bo qedexekirina hemû cureyên tundiyê dijî sivîlan li Filestîn, Sûrî, û deverê bi tevayî, û hiştina milletan bo pêkanîna hêviyên xwe yên rewa di jiyaneke azad û bi rûmet de”.
Herîrî pesnê xwelibergirtina milletê Filestînî û têkoşîna wî li dirêjahiya salin dirêj de, vê yekê hişt ku ” Nerîna milletan li ser têgihişteyên têkoşîna bo azadiyê werin guhertin, ji ber hûn xwedî maf û xak in, û divê hûn piştî 60 salî ji têkoşîn mafên xwe wergirin”. Û hêvî kir ku aştiyek çêbibe dagîrkariyê bidawî bike û ” Hêwrîna deverê misoger bike, û mafê her xwedî mafî bidest bixe”.
Hêja gotinê ye ku Ebû Eyn di roja pey roja cîhanî ya mafên mirovan de ku cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr bi helkefta wê ji desteyên sivîl, mafnasî, û çalakvanan ji bo piştgiriya hêviyên milletê Sûrî ku dimuqratiyê li Sûryayê bi hemû awayan dixwaze bilivin şehîd ket. Û got : ” Bêguman, hebûna dehên aliyên ku piştgiriya rejîma Esed bi milişiyat, çek, dirav, û helwestên diblomasî dikin hêviyan dikujin, di heman demê pirên aliyên Civaka Navdewletî nikarin piştgiriya milletê Sûrî ji bilî bi gotin û sozan bikin”. Elemîr zêde kir: ” Di dema ku milletên cîhanê di dehê heyva Çileya Pêşîn de ji her sal bi roja cîhanî ya mafên mirovan şa dibe, dehên Sûryan jiyana xwe ji ber zordarî û tawankariya ku rejîma Esed derheqê wan de bikar tîne ji dest didin, ji ber girtina wî bi desthilatiyê hişt ku Sûrî bibe cihek bo nakokiyên herêmî û navdewletî, û derî li pêş derketina gelek rêxistinên Tundrew vekir”. Elemîr ji cîhanê û milletên wê xwest ” Tiştê ji mafên mirovan li Sûrî maye biparêzin”.
Jêder: Hevbendî