Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nizar Elhirakî dît ku ” Di dema axavtina li ser destpêşiya şanderê netewî Dî Mistora li Sûryayê, agirbes li hemû perçeyên Sûrî, azadkirina jin û zarokan ji girtîgehên Esed, û rûxandina Beşarê Esed ji desthilatdariyê, mercin em ji ser nayên xwarê “. Herweha endamê hevbendiyê di axavtina xwe ya ji rojnameya ” Elşerq Elewset ” daxwaz kir ” Pêwistiya dîtina destberkirinin zextdar li ser Esed bo bicîanîna peymanan ta sinarya Kongirê Cinêv2 dûbare nebe, û derketina bê encam”. Daxuyaniya Elhirakî di heman dema serdana şanderê Rûsî Mîxaîl Boxdanof ji Beşar Elesed re li Sûryayê, piştî serdanin Boxdanof ji wargeha Hevbendiya Niştimanî li Istanbolê, ku di nav re bi hejmarek ji berpirs û serkirdeyên leşkerî re li bajarê Xazî Intab rûnişt.
Jêder: Hevbendî