Lêvegera Siyasî Ya Kurd, duh roja pêncşembê 11-12-2014 li bajarê Qamişlo yekemîn civata xwe lidar xist, bi amadebûna nûnerên Encumana Niştimanî Ya kurd Li Sûriyê ENKS û Tevgera Civaka Demoqrat TEV-DEM, û biryara çêkirina komîtekê ji bo wergirtina daxwaznameyên berandamtiyê ji bo temamkirina hejmara endamên lêvegerê hat dan.. lêvegerê di civata xwe de tekezî li ser cîbicîkirina Rêkeftina Dihokê kir ji ber giringiya wê li ser astê netewa kurd û astê niştimanî Sûrî .. tê zanîn ku çêkirina lêvegera siyasî ya kurd, yek ji xalên bingehîn e ji Rêkeftina Dihokê re ya di dav Encumana Niştimanî Ya Kurd û Tevgera Civaka Demoqrat di bin çavdêriya serokê herêma kurdistanê Mes´ûd Berzanî.
Li gor biryara rêkeftinê ku wê lêveger ji 30 endamî pêk were, 24 endam nîvbinîv ji herdû aliyan û 6 endamên serbixwe û aliyên siyasî yên din .
Jêder : Hevbendî