Rejîma Esed vê sibehê Taxa Cober ya Şamî bi xaza Kilor ya jehrdar armanc kir, du sarûxên arastekirî û bi xazên jehrdar barkirî ji balefirên cengî berdan, gelek rewşên bînçikandinê çêbûn. û li gor karkerekî li navenda tendirustiyê ya li tenişta eniya Kiraş li Cober ” Xaza bikarhatî ya Kilor e, bihna wê ta niha li tevahiya taxê belvkirî ye”.Herweha hêzên Esed şeva bûrî jî Taxa Cober bi xaza Kilor armanc kir, bêtir ji 20 rewşên bînçikandinê di 12 saetan de çêbûn.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji rêxistina Qedexekirina çekên kîmawî xwestibû ku dosya kîmawî tevlî dosyên ku Hevbendiyê di vî warî de pêşkêş kiribûn hildin Dadgeha Tawanbarên Navdewletî. Dosya ku ” Rejîma Esed bi rastiyên bê guman û dudilî tawanbar dike, herweha lêpirsîna berpirsan li ser wan tawanan”.
Û ji rêxistinê xwest” Daxistina Xaza Kilor di nav lîsteya keresteyên kîmawî ku divê rejîma Esed radest bike”. Esed ev yek ji xwe re bikar anî, û xaza Kilora kîmawî ya jehrdar bi awayekî berfireh li gelek deverên Sûrî û dijî sîvîlan bi taybet bikar anî.
Jêder: Hevbendî