Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca tekezî li ser karê Hevbendiyê kir ji bona “avakirina artêş û hêzeka seqamgeriya niştimanî bo parastina navçeyên rizgarkirî”, û da xuyakirin ku “niha pêwîstî heye bi amadekirina vê hêzê da bibe bingeh bo seqamgeriyê”.
Xoca di axavtina xwe de bo rojnameya “Elşerq” ya Qeterî amaje kir ku pêwîstiya tabûrên Şoreşa Sûriyê nîne bi meşq û rahênanê nemaze piştî çar salan ji şerekî dijwar li dijî rêjîma Esed û mêlîşeyên hevalbendên wê, lê pêwîstiya wê bi pirçekirinê û bi çekên cureyî heye”.
Xoca bal kişand li ser ku”guhertina hevkêşeyan li ser qadê di berjewendiya şoreşa Sûriyê de ye û artêşa rêjîmê dişike, beruvajî ku artêşa Şoreşê ber bi hemahengî û hevgirtinê û ber bi damezrandina fermandariyek leşkerî bilind diçe, û heger rêjîma Esed bixwaze mijarê bi leşkerî yekalî bike di wê demê de ew e ya ku ziyan lê dibe di cengê de”.
Herwiha Xoca tekez kir ku rêjîma Esed bi yekcarî têkçûye, û “pêwîste em vê derfetê jidest nedin û em valahiya ji encama vekişandina rêjîmê ji çendîn navçeyên di Sûriyê de dagirin, û pêwîste em sûdeyê ji saziyên dewletê wergirin berî bên wêrankirin wek soza rêjîmê daye bi helweşandina wan ji bona çêkirina doxeke ajawegeriyê, her wek alîgirên wê dibêjin: “Esed û ne çi kesekî din, Esed yan şewtandina welat”.
Xoca diyar kir ku şanda Hevbendiyê di rojên pêş de wê serdana Rûsiyayê bike, û wê tekeziyê li ser helwestê negor ji rêjîma Esed bike ku pêwîste qonaxa veguhêz bibe ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên wê bi avakirina desteyeka fermanrewiya Veguhêz bi hemû desthilatdariyên cêbicêkar, ku ji bilî daxuyaniya Jinêv hîç destpêşxeriyek din bi dest Hevbendiyê nîne û diyar kir ku “sebaret Hevbendiyê pêwîste hîç roleka Esed û rola her tawankarî dest heyî di rijandina xwîna Sûriyan de nebe desteyeka fermanrewiya veguhêz ya bi hemû desthilatên cêbicêkirinê”.
Xoca got :”Sûriya nû pêwîste bê Bişar Esed be, û ev helwestê meye û nayê guhertin, û emê ligel Rûsiyan pêşhatên dawiyê gengeşe bikin, û emê helwestê xwe li hember pirosêsa veguhêz pêşniyar bikin û emê Rûsiyan agehdar bikin li ser rewşa rêjîmê ya têkşikestî, û emê ji wan daxwaz bikin ku alîgiriya gelê Sûriyê bikin”.
Sebaret rola rêjîma Îranê jî û rola wê ya twankar di Sûriyê de Xoca dazanîn ku Îran dewletek dagîrkere û heger dan bi daxuyaniya jinêv kir di wê demê de dikarin danustandinan ligel bikin; bitenê li ser binyatê çawaniya derketina wê ji Sûriyê, û herwiha çawaniya vekîşandina çekdar û çeteyên wê ji Sûriyê û rê bide ku xelkê Sûriyê di nav xwe de kêşeyên xwe çareser bikin”.
Herwiha Xoca tekez kir ku rêkeftinek heye ku nabe rola Bişar Esed hebe di çi pirosêseke veguhêz de, û heger em berdewam bîmînin di danustandinan de pêwîste fişarek mezin hebe li ser rêjîmê da vegera maseya danustandinê û gotubêj li ser piosêsa veguhêz bibin”.
Di mijarek din de Xoxa xemgîniya xwe anî ziman û got :”ku mixabin raporta Encûmena asayîşê û piştî du salan ji komkujiya kêmawî tawanbar destnîşan nekiriye , di dema ku hemû belge diyar dikin ku Bişar Esed bi xwe ew komkujî encam daye û berdewamî daye bi bikaranîna gaza kilorê û bêhtir ji carekî tawan kirîne û gelek belge û nîşanên rasterast hene ku hêjî gaza kilorîn bikar tîne di kuştina Sivîlan de– tevlî gazên qedexekirî- çi bi rêka bermîlên teqîner yan bi awayên cuda”.
Jêder:Hevbendî