Emîndarê Giştî ê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Yehya Mektebî nerehetiya xwe ji lihevkirina Iranê bi her şeş dewletan re derbarê bernameya Iran ê newewî anî ziman, sedema vê yekê vedigere tirsa hevbebdiyê ku ev lihevkirin li ser hesabê dosyên dî di herêmê de be, ku navnîşana wê destwerdana beloq a Iranê di gelek dewletên deverê de ye û di serî de Sûrî.
Emîndarê giştî berdewam kir û got ku Iran dîrokek wê dagirtî bi xap û fen û fûtan bi raya giştî re heye, dema ku digot ez beşdarî şerê dijî terorê dibim, lê ew bi xwe komên tirorist mîna rêxistina Daişê, Milişiyên Hizbilla, Komên çete ên Ehl El – Heq û ketîbeyên Ebû El – Fedil El – Ebas di riya rejîma Esed re xwedî dike.
Bal kişand ku hemû mezinbûna beşdariya Iran ji rejîma Esed re di şerê qirkirina giştî ku dijî Sûrî dimeşîne, mîna alîkariya bêsînor bi leşker, cebilxane, û pereyan , herweha pilankirin û rahênan bi serkêşiya Qasim Silêmanî.
Mektebî tekez kir ku tirsek me ya rastîn heye ku Iran pereyên xwe yên bengan yên hatibûn cemidandin, bike faktera destwerdanin bêtir di dewletên herêmê de, û wan pereyan di gurkirina şer û fitneyê de bikar bîne, herweha alîkarîyek mezintir bide rejîma Esed ji bo nerûxe û bêtir kuştarên tirorî derheqê milletê Sûrî de pêk bîne pêşkêş bike.
Jêder: Hevbendî