Tevgera Ciwanên Kurd rojnameyek fermî, nîvmehane, bi du zimamnan Kurdî – Erebî, bi navê “Ciwan” weşand.
Desteya sernivîsê got wê rojnameya Ciwan dengê xurt û wêrek bo ciwanên Kurd be, berevaniyê di ber wan de bike, nêzîkî kul û derdên wan li hundir û derve û kampêm penaberiyê be.
Destnîşan kir ku wê rojnameya Ciwan nêzî herkesî be, û wê bê layen be û bi heman pîvanê li hemû pêkhatiyên civaka kurdî binere, wê ne zimanhalê aliyrkî bitenê be, lê wê zimanhalek azad ji civakê re be bo berevaniyê di ber hemû pirsgirêkên dadwer bike, û dengê ciwanên şoreşger be yên her dem tiyên azadiyê ne.
Hêja ye gotinê ku rojnameya Ciwan destûra karê xwe ji Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê wergirtiye, û wê bêberamber were belavkirin.
Jêder: Hevbendî – Rûdaw