Razgirê Giştî ê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yehya Mektebî tirsa xwe ya mezin derbarê revandina rêxistina “Daiş” bêtir ji 70ê welatiyên Sûrî bi behaneyin mezhebperestî li Gundewarên Hisiça anî ziman, û got ” Hevbendî mijarê bi guhdan dişopîne, û em ê her tiştê ku ji dest me derkeve bikin”.
Mektebî:” Yekser berdana revandiyan bê şert û merc ” xwest. Û destnîşan kir” Em van kiriyar û hemû binpêkirin û tawanên ji hêla Rêxistina Dewletê û rejîma Esed ve datînin ber Civaka Navdewletî”. Pirsiyariya aştiyê û ewlehiyê di Sûriyayê de avêt ser milê Encumena Ewlehiyê.
Hêja ye gotinê ku hêzên Rêxistina Dewletê ” Daiş” duh êrîşek ji nişkave bi ser gundên ” Til Şamîram ” û ” Til Hirmiz”de li derdora bajarê Til Temir li Gundewarê Hisiça de birin, ku hemû welatiyên wê Aşûrî ne, û 70 kes ji xelkên bajêr revandin. Jêder: Hevbendî