Di roja duyem ji heyva Çêriya Paşîn ku Netewên Hevgirtî bi riya -Yonisko – ew wek rojeke navdewletî bo bidawîkirina reva ji sezaya li ser tawanên li dijî rojnamegeran bikar hatine, Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nûra Elrehal daxwaz kir ji bo ” Pêwistiya sizakirina Esed û diyarkirina kuştarên wî dijî rojnamegerên ku tu gunehên berbiçav nekirine, ji bilî veguhestina rastiya têperiyên derheqê hemwelatiyê Sûrî li ser destê hêzên rejîma Esed û milişiyên tirorîst ku piştgiriya wî dikin “.
Elemîr got: “Tu kes nikare binpêkirinên rejîma Esed derheqê ramangîr û rojnamegerên Sûrî de paşguh bike, Diktatoriya Esed îroj di serê lîsteya cîhanî ya girtin, kuştin, û kuştarên giştî derheqê xwediyên peyv û ramanê yên ku roleke mezin di rêberiya şoreşa Sûrî ji destpêka wê de lîstine de ye. Şoreşa Sûrî û tarîkirina ragihandinî ku rejîma Esed di danûstendina bi wê re bikar aniye, hişte hezarên Sûriyan derbasî meydana rojnamegeriyê bibin û ragihandinê bi alavên xwe yên iliktronî yên berdest bikin, ev alavên ku di riya wan re hewl didin dengê xwe bigihînin yasa û wijdanê cîhanî”.
Cîgira Serok wisa berdewm kir: ” Rejîma Esed bi siyaseta girtina xwediyên pênûs, raman, û dengê aştiyane, siyaseta berdana gelek tirorist ji girtîgehên xwe şopand, ku van kesan ji hêla xwe de rêxistina “Daiş” ya tirorîst çêkirin, û wê jî rojnamevan çewisandin, ji bo dengê gulleyan hilde û dengê rast yê xwediyên hizrên şoreşgerî ku doza rûxandina rejîmê û avakirina dewleta Dadmendî û yasayê dikin wenda bike “.
Jêder: Hevbendî