Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoca, di kongirekî Rojnamevanî de ku wî û Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Mihemed Yihya Mektebî doh sibehê li Istanbulê lidar xistin,doz li Dewletên Cîhanê kir ku bi hawara Dûma ve bên wek bi hawara Kobanê ve çûn.
Xoca da xuyakirin “kuştina zarok û kalan bi Mûşekên bi xazên jehrê barkirî û Bermîlên Teqîner wek kuştina wan bi serjêkirin an sotandinê li ser destê Daiş ye, ya ku Esed ew çêkiriye , ” doz li Netewên Yekbûyî kir ku “mafê miletê sûrî li ser wê heye, û divê danpêdanê bi mafê miletê Sûriyê di jiyanê de bike.”
Serokê Hevbendiyê bal kêşand ser ko “Xelkên Xûta Şamê û yên Taxa Elwe’ir li Humsê têwirdana leşkerî naxwazin û ne hevpeymana ko ji 60 dewletan pêk hatiye dixwazin, belê dixwazin ko bombebarana Rêjîmê biraweste û Rêbuhêrkên mirovî vebin û dorpêça ko ev du sal li ser rakin, û bihêlin milet berevaniya xwe bike.”
Herwiha doz li alayên Artêşa Azad kir “da bi hawara Dûma û Taxa Elwe’ir ya Humsê ve herin û dorpêçê rakin û Esed gem bikin da xwîna xelkên me bêtir neherikîne.”
destnîşan kir, amanckirina Herêmên leşkerî li Şamê yên ko Mûşek jê tên avêtin berbi taxên sivîlan ve li Dûma, mafekî berevaniya rewa ye lê gerek Sivîl parastî bin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî berdewam kir: “em komkara Erebî û Netewên Yekbûyî didin ber berpirsiyariyên wan beraberî miletê Sûrî yê ko ji çar salan ve tê kuştin, û parastina wan bi hemû karînan bikin.”
Elxoca destnîşan kir ev bû heftiyek rêjîma Esed operasiyonekê li dijî sivîlan li bajarê Dûma li Şamê bikar tîne. Firokên xwe yên cengî bi ser sivîlan de dişîne, bi Mûşekan malên sivîlan yên dorpêçkirî bombebaran dike, hem jî Sûkên gelî û xelkê disojînin û xwarin û dermanê li ber destê xelkê mane jî xerab dikin. Tekez ko ev kirde dikevin asta tawankariyên cengî û tawankariyên li dijî mirovantiyê herwiha tawankariya Qirkirina komelî û birçîkirina heta mirinê ya di dermafê xelkên me li Gundewarê Şamê bikar tê..
Jêder: Hevbendî