Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê, bi tundî êrîşên Rêxistina DAIŞê li ser gund û bajarokên başûrê çemê Xabûr li parêzgeha Hesekê û nemaze li ser gundên Aşûriyan, û pêkanîna kiryar û tawanên kuştin û revandinê derheqê sivîlên Sûriyê şermezar kirin.
Îro di daxuyaniyekê de li ser zarê berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, ev şermezarkirin hat ragihandin derbarê ” her êrîşeka li dijî Sivîlan û bi taybetî yên têne encamdan bi behaneyên oldarî û yên lihevkirina miletê Sûriyê armanc dikin”.
Hevbendiya Niştimanî ” daxwaza azadkirina bilez ji revandiyan re kir, herwiha hişyarî da li ser saxlemiya wan”, û daxwaz ji ” Encûmena Asayîşa Navdewletî kir bi hilgirtina erk û berpirsyaretiyên xwe li hember van tawankariyan û binpêkirinên dibin ji aliyê heryek ji rêxistina DAIŞê û rêjîma Esed li dijî Sivîlan”.
Elmislit tekez kir ku ” tawankariya Esed ji tawankariya DAIŞê cuda nabe ji aliyê armanckirina tevahiya pêkhateyên miletê Sûriyê de”, û da zanîn ku Hevbendiya Niştimanî bi guhdanek mezin û bi tirs rewşa gundewarê Hesekê dişopîne û got: “Em di metirsiya rêxistina DAIŞa terorist de digihên, û em bi gefên DAIŞê re wek gefin rêjîma Esed danûstandinê dikin “.
Jêder: Hevbendî