Îro şandeka Hevbendiya Niştimanî serdana Qahîra kir bi serokayetiya Hadî Elbehra Serokê Hevbendiyê û endameyetiya Selah Derwîş û Qasim Elxetîb endamên hevbendiyê, bi armanca encamdana hevdîtinan ligel Samih Şikrî wezîrê derve yê Misrê û Nebîl Elerebî sekertêrê giştiyê Komkara Erebî, ku şanda navborî ji wezareta derve ya Misrê xwest ku roleka wê ya kartêker hebe bo dîtina çareseriyeka siyasî ku gerantiyê bide li ser çûna hukmê Esed û dabînkirina aramiya Sûriyê, herwiha heman şandeyê her çareseriyek yan lihevhatinek li ser kîsê mafên gelê sûrî yên şoreşger yan li ser kîsê yekîtiya welat ret kir, giringî dan navçeya parastî û dan zanîn ku ev ne bitenê daxwaza tirkiya ye, ev daxwaz berjewendiya gelê Sûrî pêktîne, her ji destpêka serkutkirina gelê Sûrî li ser destê rêjîma Esed û êrîşên firokên wî li ser bajar û gundên welat, herwiha nerazîbûna xwe dan li ser hebûna her layenekî biyan li ser axa sûriyê.
Jêder: Hevbendî