Hevbendiya Niştimanî Sûrî hişyarî da Hevpeymana Navdewletî “ji berdewamiya çavgitinê ji kuştarên Esed”yê ko kuştarên di dermafê Sivîlan de pir kirine li herdeverên Welat, di dema ko Hevpeymanê dest bi derbeyên xwe yên leşkerî kiriye, “bi wê yekê hemû yasa û rewiştên Navdewletî binpê kirine, mijûlbûna Herêmê bi cenga li ser Daişê ji xwe re derfet dibîne.”
Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir
“Miletê Sûrî baweriya xwe nema bi armancên Hevpeymanê tîne,”
Hişyarî da ko”derengî di çekdarkirina Artêşa Azad, û cîbicîkirina biryarên Navdewletî yên li ser mijarê hatine dan, ne tenê xizmeta Esed dike belê bi rengekî ji rengan xizmeta Rêkxistina Daiş a tirorist dike, ji aliyê firehbûna coxrafiya wê û heta bi kesên ko wê tevli rêzên wê bibin.”
Daxuyaniya Hevbendiyê derket piştî derçûna raporta ko Toreya Sûrî ya mafê Mirovan bi navnîşanê “Xûta Rojhilat di bin dorpêçê de ye”, tekez kir ko rêjîma Esed di meha Eylûn û Çêriya pêşî 14 kuştar li Xûta Rojhilat pêk anîne, di encamê de 274 Şehîd ji sivîlan ketine, ji wan 70 Zarok û 40 Jin qurbanî bûne, û 41% ji qurbaniyan Zarok û Jin in û 59% Zilam in.
Hejmara birîndaran li gora danûstandina rojane bi Navendên Bijîşkiyê re li Xûta Rojhilat bêtir ji 1150 Birîndarî hene, û gelek bang ji Navendên Bijîşkî yên Xûta ji Toreyê re hatine dibêjin derman û alavên bijîşkiyê nemane, di encamê de nikarin Birîndaran çareser bikin, di nav wan de bidehan Jin û Zarok hene.
Çekên asmanî bi Firokên Cengê piraniya êrîşan kirine û jiyana xelkê têk birine, li gora raportê tê texmîn kirin ko hejmara mûşekan ne kêmî 82 mûşekên cengê ne, ji wan 16 mûşek bi nîşan avêtine, ewan êrîşan 33 avanî ji kok ve têk birine û 41 ziyan li wan bûne û 3 sûkên gelêrî û du dibistan û mizgeftek û 35 turumbêlên taybet û du turumbêlên hawarçûnê têk birine.
Jêder: Hevbendî