Eve çend rojin hêzên rêjîmê û bi piştevaniya mêlîşeyên taiyfeperest û yên bergiriya niştimanî û li ser pênc teweran (Dorîn- Nebî Yonis- Ketif Sehyon- Barûda- Elneb’h Elmir) êrîşên dijwar li ser gundên gundewarê Laziqiyê pêk tînin bi armanca kontrolkirina wan.
Di dema ev êrîş tên encamdan, tirseke mezin heye ji pêkanîna kuştaran li dijî Sivîlan, û ji ber vê yekê Mihemed Yihiya Mektebî Sikertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji heryek ji Encûmena Ewlekariyê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kiribû bi “pêwîstiya bizaveka bilez bo parastina Sivîlên Sûriyê li gundewarê Laziqiyê û li seraserî Sûriyê ji tawanên berdewam yên rêjîma Esed derheqê gelê Sûriyê”.
Ku hin raport amaje bi koçbarkirina şeş hezar welatiyan dikin ji nişteciyên gundên (Dorîn- Selma- Merş- Xoxa- Elkom) li gundewarê laziqiyê û ji tirsa hêzên rêjîmê û mêlîşeyên wê direvin ber bi sînorê Tirkiyayê, û derbarê vê yekê Sikertêrê giştî amaje kir ku “berî niha jî li ser destê van hêzan kuştar li navçeya beravê hatine pêkanîn û gihiştiye radeya serjêkirin û şewtandinê wek wan kuştarên li Beyda û Elhola û Elzirara û kiryarên din yên rêjîma Esed derheqê Sûriyan de”.
Jêder:Hevbendî