Tîma şoreşa Sûrî a Karatê û Cûdo di lehengiya Tirkî a vekirî bo Karatê bi 40 dewletên dî re û bo hemû cureyên temen beşdar bû, yarîzanê Sûrî Muhened El- Elî di roja didwan ji lehengiyê gerdeniya zîvîn di beşê mêran de wergirt. Lehengîiya ku duh li Istenbolê destpê kir, wê sê rojan berdewam be, û dibe ku yarîzanin Sûrî yên din tê de beşdar bibin.
Serokê Yekîtiya Sûrî a Azad Bo Karatê û Cûdo û serokê hekemên lehengiyê Ehmed Cemîl El- Elî got: ” Beşdariya me bo ku em ji cîhanê tev dî re bidin zanîn ku şoreşa me berdewam e ta serkeftinê û rûxandina rejîmê ” û berdewam kir” Rejîm ketiye tenahiyeke navdewletî de û şoreşvan di helkeftên navdewletî de beşdar dibin” El- Elî diyar kir, ku tîma Sûrî nameyeke aştiyane pê re heye, û xebatê bo jiyaneke baştir bo milletê Sûrî dike.
Jêder: Hevbendî