Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko Operasiyona Rêjîmê li ser bajarê Helebê binpêkirineke diyar e ji peymana rawestandina kirdeyên dijminkariyê re. Hem jî Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko peymana rawestandina kirdeyên dijminkarî dê bêwate bibe, eger Rêjîma Esed di zêdegaviyên xwe yên tawankarî û kuştina di derheqê milet de li Sûriyê bê ko çi kes ewî jê vekêşîne berdewam bike.
Hevbendiyê destnîşan kir ko Rêjîm bizavê dike ku bi sûdewergirtina ji piştgiriya Îran û Rûsyayê, û delîvedîtina mijara tiroristiyê û perdeya danûstandinan û peymana rawestandina kirdeyên dijminkariyê, meremên xwe yên dixwaze pêk bîne, ew meremên nikarîbû bi hemû alavên tawankariyê ji girtinê heta bi êşkence û kuştinê û bikaranîna çekên kîmawî pêk bîne .
Hevbendiyê tekez kir ko divê ji her kesî ve xuyanî be ko beraberiya Tiroristiyê û têkbirina wê li ser destê tiroristiya dewletê bêsûde ye, û tekûzkirina çareseriya siyasî ew destpêka misogerkirina wê ye.
Hevbendiyê bal kêşand ser hemû operasiyonên rêjîmê yên herpênc salên cengê û her weha tawankariyên cengê yên dijî mirovanhiyê yên bi amanca têkbirina viyana miletê Sûrî û encamên ewê cengê li pey xwe hiştin ji pakrewan û birîndaran û şepêlên koçberî û derbideriyê.
Hem jî Hevbendiyê hişyarî da li ser tawankariya Rêjîm planê jê re dike, ji bo li Helebê pêk bîne, û metirsiyên dê çêbibin bi sedema neyîniya Civaka Navdewletî beraberî amadekirina ko jê re dibe.
Hevbendiyê doz kir ko gerek fişara civaka navdewletî li ser rêjîmê û hevalbendên wî berdewam û bihêz be, ji bo ajotina rewşê ber bi çareseriyeke siyasî ya guncayî bi biryarên Encûmena Ewlekariyê re , tê de mafê miletê Sûrî û pêkanîna amancên wî misoger bin.
Hevbendiyê got ko Pirotestokirina evê operasiyonê û gumankirin bi armancên wê ne bes e, û wê bête xuyakirin ko ew jî ruhniyeke kesk e ji Rêjîmê re. hem jî mukurhatineke ji Civaka Navdewletî, ko çi giraniya çareseriya siyasî li rex wan tune ye, ne jî guh didin peymana agirbestê, ya ko tucaran nikare li beraber evan binpêkirin û zêdegaviyên berdewam bimîne.
Jêder: Hevbendî