Ronî Mihemed Begçî, peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdiya, li bajarê Dêrkê roja Duşemê 11 Nîsanê rastî revandin û Eşkecekirinê hat.
piştî şopandina rojnamevan Ronî ji çalakiyekê re di warê civaka aştiyane li kilîseyekê ji yên bajarê Dêrikê, ji hêla girûpeke çekdar a bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve hat revandin.
Ronî ji malpera Hevbendiyê re ragihandin ku ew ji hêla girûpa çekdar ve rastî lêdan û eşkinceyê hat.
her wiha Ronî ji mere diyar kir ku ew ji demeke nêzîk de rastî gef û fişaran ji hêla alîgirên PYD ve dihat.
Tê zanîn ku di dema dawî de PYD gef û fişarên xwe li ser rojnamevanan û alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS zêde kirine.
Jêder : Hevbendî