Rȇxistina Pizȋșkȇn Bȇsȋnor got rejȋma Esed derdora 600 pizȋșk ȗ karkerên di warȇ pizȋșkȋ de di șoreșa Sȗrȋ a berdewam de ji berya çar salan ve kuștine, rȇxistinȇ duh kȇmbȗna mezin ku nexweșxane ȗ xalȇn pijȋșkȋ ji pȇdiviyȇn hawarçȗnȇ ȗ ling û destên pîşesazî bo pȇșkȇșkirina wan ji sivȋlȇn birȋndar re li Helebȇ ji encama bermȋlȇn teqȋner destdestnȋșn kir.
Rȇxistinȇ tekez kir ku hȇzȇn Esed nexweșxaneyan ȗ karkerȇn di warȇ pijȋșkȋ de ” Bi awayekȋ rȇxistȋ” armanc dikin, û bal kișand ku 139 kes ji hejmara giștȋ ji qurbaniyȇn di belgeyȇ de hatine ji karkerȇn di warȇ pijȋșkȋ de kar dikin, ișkence bȗne yan hatine kuştin.
Raporȇ diyar kir ku rejȋma Esed 233 ȇrȋș dijȋ 183 nexweșxane ȗ ofȋsȇn pijȋșkan di șoreșȇ de pêk anîne, piraniya wan bi bermȋlȇn teqȋner bȗn, rapora ku wargeha Netewȇn Yekbȗyȋ li Niyoyorkȇ derket dȋt ku rejȋm berpirsȇ 88% ji ȇrȋșȇn ser nexweșxaneya ye, herweha berpirsȇ 97% operasyonȇn kuștina karkirȇn di warȇ pijȋșkȋ de.
Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiyȇ Hișam Merwa got, raporȇ çesipand ku ” Rola Civaka Navdewletȋ qet nediyar e di rewșa boblata ku rejȋma Esed li ser milletȇ Sȗrȋ ferz kiriye ” ȗ berdewam kir:” Tev hezarȇn tawanȇn belgekirȋ bi raporên ji rȇxistinin navdewletȋ , Encumena Ewlehiyȇ ȗ dewletȇn aktȋv di Civaka Navdewletȋ de di danȋna sȋnorekȋ bo ȇșa sivȋlan ȗ parastina aștȋ ȗ ewlehiyȇ, herweha danȋna sȋnorekȋ bo tawanȇn rejȋm ȗ rȇxistinȇn tirorîst de tȇk çȗ. rȇveberiya nakokiyȇ ȗ hin dosyȇn bi kelem di ser xwȋna Sȗryan re dȋtin”. Ȗ Merwa dȋt ev yek ” nîşanek reș e, ji Civaka Navdewletȋ ȗ xwediyȇn biryarȇ re , eger milletȇ Sȗrȋ neparȇzin”.
Merwa haydarȋ da :” Berdewamiya di kȇmasiya Civaka Navdewletȋ de di danȋna sȋnorekȋ ji tawanȇn li Sȗryayȇ ȗ bȇdengiya li ser tawanȇn Esed ȗ tirorȇ, ev yek wȇ ȇșa milletȇ Sȗrȋ mezintir bike, ȗ derfetek mezintir bide rejȋm ȗ rȇxistinȇn tirorîst bo bȇtirȋn șer ȗ tawanan dijȋ mirovahiyȇ li Sȗryayȇ pêk bçne “.
Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiyȇ ji Civaka Navdewletȋ xwest: ” Helwestekȇ bistȋne bȇdengiya dirȇj bișkȋne, ȗ pașguhkirina boblatȇn rejȋm ȗ rȇxistinȇn tirorist bikar tȋnin bidawȋ bike, bi lez deverin aram li Bakur ȗ Bașȗrȇ Sȗryayȇ ava bike, alȋkariya gerek di riya bilezkirin ȗ aktȋvkirina bernameya rahȇnan ȗ amadekirina Artȇșa Sȗrȋ a Azad ta karibe sivȋlan biparȇzin, ȗ alavȇn leșkerȋ ȇn rejȋm ȗ tirorȇ rawestȋne”.
Jȇder: Hevbendȋ