Hevpeymana 130 Rêkxistinên nedesthilatdar ragihandin ko Sûriya bi şêweyekî nêzî giştî bê ruhnî dijî, çimkî 83% ji jêderên ronahiyê bi sedema cenga Esed li ser milet ji çar salan ve nema bi kêrî kar tên.
Ewan Rêkxistinan ragihandin ko di riya wêneyên Sûriyê yê bi şevê bi Heyvên Setelaytan hatine kêşandin, zanyarên zankoya “Wohan” ya Çînî dan xuyakirin ko rêjeya ruhniyên dîtber li Sûriyê bi şev ji destpêka şer 2011an heta nuha 83% kêm bûne.
Di heman mijarê de Wezîrê derve yê Birîtanî yê berê Dêvid Mîlîband yê ko nuha serokatiya komîta “Internasyonal Rîskiyo Komîtî” dike, Endamê Rêkxistinên nedesthilatdar got: “Sûriya derbasî serdema tariyê bûye.”
Di kongirê rojnamevanî de bêtir got: Bikaranîna Esed ji Bermîlên Teqîner re di cenga wî ya li dijî milet, bêtir ji 200 hezar şehîdî ketine”Bizava aştiyê û dîroka cengê sedê salan bi paş ve vedigerîne”.
Ji aliyê xwe ve Birêveberê Pirojeyan di Wezareta Tiwanê ya Desthilata Demkî de Xalid Osman got: Bombebarandina Hêzên Esed ji stasyonên berhemdana elektrîkê re bi awayekî rêbazkirî tê kirin. Piraniya wan ji kar ketine, herêmên ji derveyî desthilata Rêjîmê hewcedarî Xazê ne û berhemdana elektrîkê bê xaz pêk nayê.
Herwiha tîmên çareserkirinê jî rawestiya ne ji ber alav û keresteyên wan gelekî kêm in û gelek ji endamên wan şehîd ketine. Osman bêtir got: Bermîlên mirinê yên ko Firokên Esed rojane davêjin Toreyên kehrebê ew tore têk birine , lewra li hemû Herêman em di nav tariyê de dijîn.
Jêder: Hevbendî+Ajans