• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 2 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Em Ji Dewletên Penaber Têre Derbas Dibin dixwazin ku Baredoxên Sûriyan Li ber çav Bigirin Û Penageheke Demkî Ji Wan Re Bête Dîtin Ku Wan Ji Bermîlên Esed Biparêze

September 16, 2015
in Nûçeyên Hevbendiyê
Em Ji Dewletên Penaber Têre Derbas Dibin dixwazin ku Baredoxên Sûriyan Li ber çav Bigirin Û Penageheke Demkî Ji Wan Re Bête Dîtin Ku Wan Ji Bermîlên Esed Biparêze

“Komîta Penaberên Sûrî Li Dewletên Têre Derbas Dibin” ya hatî dirustkirin ji bal Hevbendiya Niştimanî; daxwaz ji dewletên pêwendîdar kir nemaze ji dewletên penaber têre derbas dibin, ku reftara wan ligel penaberên Sûrî divê “bi awayekî mirovî ku gerantiya derbasbûna wan hebe û rê li pêşiya keysa qaçaxçiyan bête girtin, û azarên wan bêne kêmkirin ligor rêkeftinên navdewletî, û penagehên demkî ji wan re bêne misogerkirin, û herwiha keş û hewa û nêzîkbûna werzê zivistanê liberçav bête girtin”.

Heman komîteyê îro roja çarşembê di kongirekî rojnamevanî de bal kişand li ser giringiya hişyarî bête dan li ser ku zêdebûna pêlên penaberan, rengvedanek e ji pilanên rêjîma Esed û bi palpiştiya Îranê, yên koçberiya gelê Sûriyê bi pîlan dikin û Hevbendiyê hişyarî li ser dabû, biarmanca çêkirina guhertinek dîmografîk û dabînkirina armancên rêjîma Esed û Îranê ji bona parçekirina Sûriyayê.

Komîteyê doza dirustkirina navçeyên tenah li bakur û başûrê welat kir, ji bona parastina xelkên navçeyê ji firok û bermîlên Esed û herwiha ji êrîşên DAÎŞê, herwiha bal kişand li ser girîngiya sepandina çareseriya siyasî li ser rêjîma Esed û kar ji bona pêkanîna desteyeke fermanriwiya veguhêz bi tevaya desthilatdariyan û çûna Beşar bi rêjîm û destekên wî ve û rawestandina kuştin û wêrankarî û koçberî û derbideriyê.

Komîta navhatî tekez kir ku “parastina penaberan û piştgiriya mafên miletan di azadî û şerefmendiyê de ligor yasa û zagonên navdewletî, ne bijardeyek be ku dewlet bi kêfa xwe cêbicê bikin”.

Di vê mijarê de cêgirê Serokê Hevbendiyê û endamê Komîteyê Mistefa Oso got ” Dîmen û wêneyên tirajîdîk yên êş û azarên penaberên Sûriyê ku ew cane xwe dikin tehlukê û di nav pêlên deriyanan de derbas dibin di geştek zehmet û dirêj de ber bi Eweropa”.

Oso weha jî got: “ku îro kirîza penaberan pir xirab bûye û heta radeya ku gihiştiye bibe felaket û bobilat û qeyraneke Cîhanî, nemaze piştî qebarê qurbaniyên şeran û ji wan qurbaniyên Sûrî hatin xuyakirin”, hevdem xuya kir ku “Cîhan tiştekî nake ji bona bidawîkirina bobilata wan, paşeroj nediyar e, lewra bihezaran koçber û penaber dibin û berê xwe didin ber bi welatan ku têde kêmtirîn astê tenahiyê bête peydakirin”.

Oso da xuyakirin ku rêjîma Esed bi rijdiya wî li ser bijardeya leşkerî û şerê wî li dijî gelê Sûriyê û topbarankirina navçeyên akincîdar û bazargehan bi bermîlên teqîner û gazên jehrîn, û çêkirin û peydakirina rêxistinê terorîst; sedema serekî ye ji koçberiya Sûriyan re, hevdem Oso bal kişand ku bêdengiya Civaka Navdewletî û nekarîna wê di destnîşankirina helwesta xwe, û nepêşkêşkirina piştgiriyê ji bona maf û daxwazên gelê Sûriyê yê serhildêr bû alîkar ji vê pêla koçberiyê re”.

Herwiha endama Hevbendiyê Nûra Elemîr diyar kir ku komîta navborî bi tevgerek meydanî rabû her ji bajarê Ezmîrê li Tirkiyê heta bi hin giravên Yonanistanê û heta welatên Belqan û Nemsa û Almaniya.

Nûra ku yek ji endamên komîteyê ye da xuyakirin ku bi çavên xwe hejmarên mezin ji penaberan dîtin li şeqam û li kolanan ku li benda dîtina riyanên çûnê ne, û komîte li Ezmîrê bû dema niqombûna geşteya 12 penaber têde bûn  û pirên wan Sûrî bûn û di nav wan de zarokê bi navê”Alan şîno” û malbata wî; ku tevî vê bûyera xemgîn jî xelk hêjî bi rêka avê diçin tevlî zarok û pêçekên xwe”.

Nûra amaje kir ku li ser astê siyasî komîte ligel alîkarê wezîrê derve yê Nemsa civiya , û herwiha pêwendî ligel wezareta derve ya Hingariya kirin, ji bona şirovekirina zehmetî û derdeseriyên penaberên Sûrî, û daxwaz ji wan kirin bo pêşkêşkirina asankariyan di riya derbaskirina penaberan de bo dewletên vehewandinê yên nîştecêbûna demkî, herwiha pêwendî bi rêka peyam û nameyan bi wezaretên derve yên çend dewletan re kirin, bo karakirina helwestên wan û bi taybetî yên dewletên Ewropa, herwiha komîte û ligel rêxistinên navdewletî karubarên penaberan li Ewropa û li Dewletên cîran û herwiha karubarên sivîlan li navçeyên rizgarkirî dişopîne.

Her di heman mijarê de û derbarê bizavên Hevbendiyê sebaret mangirtina bisedên Sûriyan li bajarê Adrenê yê Tirkiya û daxwaza vekirina Sînorên Tirkiyê- Yonanistanê ji bo wan, Dr Nezîr Elhekîm got ” ku bi rastî min li demjimêr heşt li sibeha îro ew hiştin, û têkiliên me ligel serokê koçberiya Tirkiyê berdewamin, heta ku bikaribin bersivên pirsên wan biden”, hevdem tekez kir ku daxwazên wan mangirtiyan “gelek mezinin û Hevbendî û herwiha gelek dewlet nikarin wan dabîn bikin”.

Dr. Elhekîm amaje kir ku “Netewên Yekgirtî ligel dewletên Ewropa û dewletên Belqan yekser berpirsin li hember dîtina çareseriyek bilez ji penaberan re û yan rêxweşkirina derbasbûna wan û yanjî alîkariya wan bo niştecêkirina wan li ser xaka xwe, yan jî niştecêkirina wan di navçeyên tenah de”.

Jêder:Hevbendî   

ShareTweetSend

Posts Related

Elbehra: Em Pabendên Piştgiriya Pêdiviyên Taybet ên Derbiderên di Kampên Deverên Rizgarkirî de ne
Nûçeyên Hevbendiyê

Elbehra: Em Pabendên Piştgiriya Pêdiviyên Taybet ên Derbiderên di Kampên Deverên Rizgarkirî de ne

February 1, 2023
Li Gorî Pîvera Gendeliyê ya Sala 2022an Sûriya di Serê Lîsteya Dewletên Herî Gendel de ye
Nûçeyên Hevbendiyê

Li Gorî Pîvera Gendeliyê ya Sala 2022an Sûriya di Serê Lîsteya Dewletên Herî Gendel de ye

February 1, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Elbehra: Em Pabendên Piştgiriya Pêdiviyên Taybet ên Derbiderên di Kampên Deverên Rizgarkirî de ne

Li Gorî Pîvera Gendeliyê ya Sala 2022an Sûriya di Serê Lîsteya Dewletên Herî Gendel de ye

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.