Wezîrê derve yê Amerîka Con kêrî tekez kir ku ” karên hovane yên rêjîma Esed sedema bingehîn e ji qeyrana penaberên Sûriyê re, û dibe hokarê serekî yê koçbariya bikomel, ku piştî van salan ji şerê rêjîma Esed li dijî gelê Sûriyê, xelk bêzar û bêomêd bûne, û hêviyên wan di bidestxistina paşerojek aram nema ye”.
Ji aliyê xwe ve Xetîb Bedle endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî piştrast kiribû ku geşta Sûriyan ya ber awarebûn û penaberiyê destpê kiribû her ji dema ku rêjîma Esed şerek xwîndarî li dijî gelê Sûriyê yê birûmet û azadîxwaz ragihand, şerek bi sercem şêwe û alavên çekan ji satoran heta bi mûşekên Sikod û çekên kêmyayî û bermîlên teqîner, û bû sedema ku nêzî nîvê gelê Sûriyê li derve bijîn di kamp û penagehan de.
Herwiha cêgirê serokê Hevbendiyê Mistefa Oso jî gotibû: Daxwaza me ne ew bû ku hikûmetên Ewropa û dewletên dost hejmarên zêdetir ji penaberan wernegirin- ku ev yek ligor berjewendiya rêjîma Esed û rêjîma melayên Îranê tê ji bona koçberkirina xelkê Sûriyê û çêkirina guhertina dîmografî ya tayîfegerî li Sûriyê – lê xelkê Sûriyê dixwazin ku Beşar Esed û destekên wî ji Sûriyê derkevin û ne welat vala bibe ji çeteyên Îranê re, yên bikêrêdarî ji çar aliyên Cîhanê tên ji bona kuştina zarok û jin û ciwanên gelê Sûriyê.
Jêder:Hevbendî