Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit teqîna terorîstî ya mizgefta Elsadiq li Kiwêtê şermezar dike, û hevdem rawestandina xwe li tenişt dewleta Kiwêt û miletê wê dupat dike, û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike û hêviya saxlemiyê ji birîndaran re dike, û dubare baweriya xwe bi karîna serkirdayetiya Kiwêt dijî ramanên tarîperest û şikestî nû dike.
Herwiha şermezarî gihandin herdu teqînên terorîstî, ya li Tûnis ku 19 kes bûn qurbanî û herwiha teqîna kargeha li Parîsê ku bû egera kuştina kesekî û birîndarkirina hinên din, û piştgiriya xwe bo malbatên qurbaniyan tekez dike.
Elmislit diyar kir ku ev hizr û ramanên tarî yên ku xwîna mirovan helal dikin û sivîlan armanc dikin û agir û tevlîheviyê çêdikin, û bi kiryarên tawankarî xwe dide diyarkirin, ku rastiya ramanên çewt û êdolîjiyên bikîn dide xuyakirin, ku pêwîst e Civaka Navdewletî li hember vê felaketê helwesteke vebir û yekalî bigire li dijî çavkanî û rêvberên terorê li ser asta herêmê û Cîhanê.
Jêder: Hevbendî