Di encama êrîşa rêxistina DAIŞ ya terorîst li ser bajarê Kobanê roja 25 ê heyva Hezêranê, heimara qurbaniyan gihişte 174 şehîdî piraniya wan jin û zarok bûn û zêdeyî 250 kesî birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên Turkyê li gor Rewangeha Sûrî Ya Mafê Mirovan .
Her wiha nûçegihanê me li Kobanê ragihand ku îro xelkên Kobanê nêzî 150 pakrewanî binax kirin.
Ji hêleke din ve Yekîneyên Parastina Gel di daxuyaniyekê de ragihandin ku îro 27 Hezêranê piştî nîvro bajar bi temamî ji Daiş hat paqijkirin.
Jêder : Hevbendî