Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê daxwaz ji komkara Erebî kir ji bo”Deranîna biryareke şermezarkirina Mêlîşiya Hizibulaha terorîst, û standina rêşûnên pêwîst bo rawestandina çalakiyên wê yên bûne metirsî û gef li ser deverê”. Salim Elmislit; berdevkê Hevbendiya Niştimanî rawestan û palpiştiya Hevbendiyê digel Şahnişîna Behrên ragihand li hember gefxwarina Hesen Nesirulah rêberê Hizibulaha terorîst di gotara xweya dawiyê de”. Herwiha Elmislit hişyarî da Komelgeha Navdewletî ya ku îro şerê terorê dike li ser “berdewamiya çavgirtina wan ji tawanên Hizibulah û ji terora wê”. Berdevkê Hevbendiyê got ” êdî nema tê veşartin destêwerdanên Mêlîşiya Hizibulah, pêşiyê di Libnanê de û paşî di Sûriya de, û rola wê di êş û azarên Sûriyan de û piştgiriya wê ji rêjîma Esed re her ji destpêka şoreşa rûmet û azadiyê ve”. Mislit tekezî kir li ser ” girêdana Hizibulah bi rêjîma Îranî re û bi pilanên wê yên pîs re li deverê wek amrazekî terora bêsinor, û hewlên wê bo neseqamgeriya dewletên Erebî, wek Behrên û Yemen û heta bigihêje Libnan û Sûriya jî”.
Jêder: Hevbendî