Mistefa Oso; cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî kampîna komkirina pereyan li hin parêzgehên Iraqê ji bo piştgirîkirina mêlîşeyên tayifeperest yên palpişt ji rêjîma Esed re di serkotkirina Şoreşa Sûriyê şermezar kir, û got ku hêjî hikûmeta Iraqê berdewam e di destêwerdana karubarên Sûriyê de bi rêka mêlîşeyên piştevanên rêjîma Esed.
Oso, ji aliyê xwe ve dît ku razîbûna hikûmeta Heyder Elebadî ji hilmeta bi navê “Sûriya û Iraq di yek çeperê de ne” ji bona komkirina 10 milyon dolar bo piştgiriya mêlîşeyên tayifeperest yên li kêleka rêjîmê şerê xelkê Sûriyê dikin, ku ev tişt nayê qebûlkirin û bêrewiştî ye û ziyanê digehîne bo têkiliyên herdu gelên bira li heryek li Iraq û li Sûriyê.
Herwiha Oso helwesta serkirdeyê partiya Elfedîle Mihemed Elzibêdî ya li daxuyaniya wî ya çepemenî bi hebûna 9 hezar çekdarên Iraqî di şer de li tenişt rêjîma Esed ya tawankar û herwiha li ser axavtina wî ku”rêjîm yasayî ye û divê piştgiriya wê bibe” şermezar kir.
Hêjayî gotinê ye, ku hin kesayetiyên oldar yên Iraqê û hin partiyên mezhebperist piştgiriya kampîna komkirina pereyan dikin di şeqama Iraqê de ji bo alîkariya mêlîşeyên palpişt ji rêjîma Esed re û di serî de tabûra Ebû Elfedil Ele’bas ya terorîst.
Jêder:Hevbendî