Endamê Desteya Siyasî a Hevbendiya Niştimanî Sûrî Fuad Elîko got, ev tuhmetên ku rejîma Esed bi Kurdan ve dike ku ew di pilana parçekirinê de berdewam in, nîşana jihevketina hêzên rejîmê li parêzgeha Hesekê ye.
Elîko di daxuyaniyekê de bo beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandina Hevbendiyê de destnîşan kir ku rejîma Esed û piştî têkçûnên mezin li Idlibê, Cisr El-şexûr û Erîha, ket lukumandiek mezin de û hevalbendên wî di wendabûneke mezintir de ne, metirsî û çarenûsa li pêşiya xwe dibînin, wek rewşa dema şikestina serbazên rejîmê li Idlibê û Cisr El-şexûr peyda bû.
Elîko tekez kir ku ev tuhmetbarkirin û daxuyanî ji hêla kesên ku bi ser rejîmê ve xweş diyar dikin ku rejîm bo radestkirina Hesekê bo rêxistina Daişê xwe ji niha ve amade dike, lewre ji niha ve behane û egeran diafirîne bo wê gava ku di serê hevelabenên rejîmê de diçe û tê veşêre.
Jêder : Hevbendî