Şoreşger li aniyên şer li derverên corbicor li Sûriyê di cenga rizgarkirinê de li dijî tawankariyên Esed û Rêkxistina Dewletê (Daiş) berdewam in.
Îro Şoreşgeran bajarokê “Mihimbil” û derdorên wê li Gundewarê Idlib kontrol kirin, digel wê jî şerên tund li dijî endamên Rêkxistina Dewletê kirin, di encamê de Şoreşgeran çend herêm li Gundewarê Helebê yê bakur rizgar kirin.
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit got ko Rêjîma Esed û Rêkxistina Dewletê tu rûmetê ji Yasayên Navdewletî û mirovî re nagirin, her du li dijî miletê Sûrî digel hev bi tawankariyên xwe dilivin.
Salim Elmislit bal kêşand ser ko Şoreşgeran careke din û bi xêra yekîtiya wan û kar li bin desthilatiya yek Serpereştiyê ji cîhanê re tekez kirin ko ew aliyê ko dikare rêkxistinên tirorist tune bike, tev ko çi piştgiriya dirist nîn e û hem jî her dem ketine navbera hêzên Esed û Rêkxistina dewletê.
Destnîşan kir ko hevrêzkirin û alîkariya navbera Rêjîmê û Rêkxistina dewletê û bi çavneriya Hevpeymana Navdewletî çê dibe. Firokên Rêjîmê li pêşiya Daiş rê vedikin, taxên niştecihan bombebaran dikin û sivîlan bi bermîlên teqîner amanc dikin.
Doz li Civaka Navdewletî kir gerek Civaka Navdewletî serkeftinên Şoreşgeran yên li ser xakê û ketwarê siyasî yê ferz binerin kirin ,û li gora wan çareseriyeke dawîn ko amancên gelê Sûriyê misoger bikin û dawiyê li evî rûpelî ji dîroka Sûriyê bînin. Gerek bizav tev lihev bibin da ber bi veguhestineke siyasî ve biçin, mirina berdewam têk bibin û hem derî li ber geşepêdanê vekin û Sûriyê ber bi dewleteke sivîl de ko daxwazên hemû pêkhatiyên wê misoger bike.
Elmislit dîsa baweriya xwe bi hêzên Şoreşê yên ko berevaniya sivîlan dikin bêtir tîne, ko bi pirinsîbên Şoreşê û sinciyên wê pabend in û rêzê li peyman û belgehên navdewletî digirin.
Tekez kir jî ko ji aliyê xwe ve li ser helwesta xwe ya siyasî dimînin û bi pirinsîbên Şoreşê pabendin heta Rêjîmê birûxînin.
Jêder: Hevbendî