Nûçegihanê me li Kobanê ragihand ku 600 malbatên Kurd ji rojavayî Girê Spî gihiştin bajaraê Kobanê û gundewarê wê.
Silêman Hemo yek ji xelkên ku hatine Kobanê ji mere got: Rêxistina DAÎŞ em neçar kirin ku em ji gundê xwe derkevin û herin Tirkiyê yan Tedmurê ji ber ku em Kurd in, lê me karîbû xwe bighînin bajarê Kobanê.
Hemo balkişand ser rewşa wan ya mirovî ya xerab û got:”ta niha tu kesî alîkarî bi me re nekiriye, lerwa em banga alîkariyê bo hemû rêxistinên mirovî dişînin”.
Jêder: Hevbendî