Piştî rizgarkirina bajarokê Til Temir ku nêzî 3 heyvan ji hêla rêxistina DAIşê ve dorpêçkirî ma, xelkên wê yên koçber bibûn vedigerin ser malên xwe
Kamîran Şêxo welatiyekî Tiltemir e ji nûçegihanê me re diyar kir ku roj bi roj welatî vedgerin malên xwe û ta niha rêjeya kesên vegeryane 50% ye û yên ku venegeriyane ji rewşa ewlehiyê metirsîdar in û hinên din li hêviya bidawîbûa werzê çandiniyê ne.
Şêxo bal kişand ku kesên vegeryane tev Kurd û Ereb in lê ji ber ku gundên Aşûriyan hetine bumbebarankirin ew nikarin vegerin.
xelkên Tiltemir yên vegeryane rastî astengiyên jiyanê tên ji ber tunebûna hewcedariyên rojane.
Li ser vê mijarê Ekrem Berekat dibêje “em hewcedarî vekirina bazara ne da ku jiyan vgere weke berê û divê bijîşk û dermansaz bi erkê xwe rabin û vegerin Tiltemir”
Hêjayî gotinê ye kû hewldanên rêxistina Daiş berdewam in kû derbasî deverên parêzgeha Hesekê bibe, û derbasbûna bajarê Hesekê hewldana wê ya dawî bû.
Jêder: Hevbendî