Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem El – Xadirî serjêkirina du jinan li gel hindek kes bi awayin zor kirêt li ser destê Daiş li Gundewarê Dêra Zorê şermezar kir, herweha hemû tawanên kirêt derheqê jina Sûrî ji hemû hêln ve û di serî de rejîma tawankar û rêxistina Daiş şermezar kir.
El- Xadirî tekez kir ku ev binpêkirinên beloq encamên neguhdana cîhanê û Civaka Navdeletî ji tawanên Esed yên berdewam derheqê hemû xelkên Sûrî de ne.
El- Xadirî got binpêkirin û tawanên nû derheqê jinên Sûrî li ser destê rêxistina Daiş a tiror destpê kirin, ev jî dikeve ser zincîra pinpêkirinên ku bi serê jina Sûrî de li ser destê rejîma Esed hatine, çi revandin, girtin, tundiya cinsî, koçkirin, û mişextî jî be.
El – Xadirî ji Civaka Navdewlet û hemû desteyên hawarçûnê xwest ku destwerdanê bo parastina jina Sûrî ku misogeriya sereke ji neherifandin û helandina tiştê mayî ji civaka Sûrî. Û helwestin dijwar di heman dema ku dosya rewşa Sûrî diçe ber destê dozdarê giştî di dadgeha tawanên navdewletî xwest.
Jêder: Hevbendî