Muhened El’elî qehremanê karetê yê Sûrî gerden-nîşana zêrîn wergirt, di qehremaniya Mermera ya nêvdewltî ya yaneyan li bajarê Istanbolê, di pevçûna tekane ya giraniya 60 kg, herwiha xelata bironzî bidest anî di kata takene de bi giraniya bilindtir ji 76 kg, hêjayî gotinê ye ku ev qehremanî bi pişkdariya bêhtir ji 800 yarîzanî ji 20 dewletên cîhanê bi dirêjiya çar rojan (18-21) heyva niha hat saz kirin, herwiha sê yarîzanên dîtir ji Sûriyê beşdarî kirin, ku ewjî Mihemed El´arûnî yê ku di yarîyekê de serkeft û di yeke dîtir de sernekeft, û qehreman Emar Elsebsebî yê di sê yariyan de serkeft û di hinan de serneket bi sedema êşa gorçika wî ya birîndar bi guleyekê, û qehreman Mihemed Elşêx. Herwiha ji aliyê Sûriya ve rahêner Îmad Zeyn Elabdîn û navbijwanê navdewletî Ehmed Elelî pişkdar bûn. hêjaye ku Nesir Elherîrî sekertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî “serkeftinên qehremanên sûrî di vê qehremaniyê de tevlî baredoxên sext û dijwar” bilind nirxandin, di heman demê de hêvî kir ku”xelata serkeftinê diyarî bikin ji bo qehremanên di qada meydanê de yên şer li dijî rêjîma Esed ya tawankar dikin her weha dayîkên şehîdan “. û Ehmed El´elî serokê yekîtiya karetê û Codû di daxuyaniyekê de bo Nivîsîngeha Ragihandinê ragihand ku:”rêkeftinek bi aliyê Tirkiya re hatiye kirin bo hasankirina karûbarên rahênana xort û zarokên Sûrî di kampan de û sazkirina qehremaniyên bihêzkirinê jibo weberhênana bizav û şiyanên xort û lawan bi awayekî erênî û kartêker”, hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Sûrî ya karetê û Codû di 1-9-2014an de hat damezrandin , bi tevlîbûna çendîn rahênerên navdewletî yên ji rêjîmê cudabûyîn li ser komelkujiyên rêjîmê di derheqê welatiyên bêçek û Sivîlan de, ji wan serokê wê Ehmed El´elî yê ku serokê komîteya navbijîwan û ezmûnan bû di Yekîtiya Sûrî ya karetê de û rêveberê karetê û pevçûna nêzîk bû di “Artêşa Sûrî de”, û xudanê (qarîşa reş-dan7) e bi pileya pirofîsor di Zaniyariyên Palewanî de anku (Şîhan) bi zaravê hunerî.
Jêder: Hevbendî