Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz kir ku ”Gerek e Civaka Navdewletî berpirsiyariya xwe ji bo Girtiyên Sûrî di binê zindanên Esed de hilgire û kar bikin ji bo berdana Girtiyan dabîn bikin û wan biparêzin, û Berpirsiyarên ko bi van kirdeyên neyasayî rabûne siza bikin.”
Di daxuyaniyeke Rojnamevanî de Elbehra hişyarî da”ji berdewamiya piştguhkirin û arzandîtina xwîna Sûriyan,”
Dît ko”heçê alîkariyê bi wan re nekin ew bi xwe jî di tawankariyan de hevbeş in, û ya dawî bûyera bi Girtiyên bajarê Qeryetên re li Gundewarê Humsê çê bû, raportan tekez kirin ko 44 Girtî bi êşkenceyê di zindanên Esed de pakrewan bûn.”
Herweha Elbehra anî bîra Civaka Nvdewletî ko”Tîmek ji Taybetmendên Tawankariyên Cengê, di destpêka evê salê de û piştî li Wêneyên 11 hezar Girtiyên ko hatine kuştin û hin belgeyên din hene, nîşanin diyar hene ko Rêjîma Esed êşkence û tunekirina rêbazkirî di dermafê hezarên Girtiyan ji adara 2011an ve bikar anîne,”
Elbehra bêtir got”tenê em dikarin piştguhkirina berdewam ji aliyê Civaka Navdewletî di arzankirina mirovê Sûrî de perotesto bikin, û em ji erkê xwe dibînin ko protestokirineke aşkere ji bo bêdengiya Desthilatên cîhanê û dezgehên fermî û yên taybetmend li ser kuştarên ko di Girtîgehên Rêjîma Esed de dibin, û yên ko li seranserî Welat di dermafê sivîlan de dibin.”
Jêder: Hevbendî