Hevbendiya Niştimanî Sûrî operasiyona tiroristî ya ko kombûnek mirovan li bajarê Sirûcê doh sibehê amanc kir şermezar kir. Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku“Sûriya herdem saxlemiya Tirkiyê dixwaze û rawestana milletê Sûrî li rex millet û hikûmeta Tirkî nû kir, bo şerê van kiryarên hewil didin tenahî û aramiya wê armanc bikin..”
her wiha Hevbendiyê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest, û diyar kir ku ew kûrbûna birîna ko tiroristî li pey xwe dihêle dizane,bi taybetî di evê rewşa aloz de ya ko tê re dibihûrin.
Teqîn li pêşiya Baxçeyekî li ber Navenda Çandeyî ya şaredariya “Sirûc” li wilayeta Şanlî Urfa li başûrê Tirkiyê rû da di encamê de 31 qurbanî çûn.
Desthilatdarên Tirkiyê gotin ew karekî xwekujî bû texmîn kirin ku ew bi destê Daişê bûye.
Jêder: Hevbendî