Encûmena Niştimanî ya Kurd di daxuyaniyekê de kiryara xwekujî ya terorîst li dijî kombûneka aştiyane li bajarê Sirûcê li Tirkiyê şermezar kir, û têde ENKSê tekez kir ku pêwîstiya kurdan ya zêde bi yekrêziyê heye li hember êrîşên terorîstî yên li dijî gelê Kurd.
ENKS diyar kir ku pêwîst e Hikûmeta Tirkiyê li hember karên terorîstî yên hovane derheq gelê kurd de rêşûnên tund bigire û pêwîst e çalakiyên cemawerî yên aştiyane ji kîndariya hêzên terorîst biparêze û dûvçûna bikuj û tawankaran bike û wan pêşkêşî dadê bike.
Herwiha ENKS daxwaz ji hemû hêzên xêrxwaz û xemxwerên aştiyê kir bo bilindkirina dengê xwe li dijî terora ku sivîlên bêguneh armanc dike.
Tê zanîn ku berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxuyaniyekê de ev kiryara teroristî şermezar kir, û bi navê Hevbendiyê sersaxiya xizm û kesên qurbaniyan kir.
Hêjayî gotinê ye ku di wê kiryara xwekujî de, kombûneka aştiyane ya Yekîtiya Ciwanên Sosiyalist li navenda çand û hunerê li bajarê Pirsûsê(Sirûcê) hat armanc kirin, ew kombûn hatibû lidarxistin di roja duşemê 20-7-2015 ji bona gengeşekirina rêçik û mîkanizmên dubare avakirina Kobanê ku têde hejmarek mezin ji şehîd û birîndaran ketin.
Jêder:Hevbendî