Îro li bargeha Yekîtiya Ewropî li Biroksilê, rûniştinin din bo gotubêjan destpê kirin di navbera Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê û Desteya Hemahengiya Niştimanî de derbarê rêkeftina li ser “Nexşeriya rizgarkirina Sûriyê- piransîpên bingehîn ji Çareseriya Siyasî re” wek berdewamiyê ji hevpeyvînên Qahîre û Parîsê re.
Ev hevpeyvîn tên ji bona dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê yên azadî û rûmetê û ji bona pişkdariya hemû pêkhateyan bi awayekî berfereh di pirosêsa guhertina niştimanî ya demokratîk de, ber bi avakirina Sûriya nû de û bidawîkirina rêjîma Esed ya zordest û rawestandina êş û azarên gelê Sûriyê yên bi sedema zordariya rêjîmê bi dirêjahiya salên dûr û dirêj.
Jêder: Hevbendî