Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê dewletên dost sipas kirin li ser bizavên wan bo çareserkirina arîşeyên penaberên Sûriyê li hember pêla sir û sermayê. Suhêr Eletasî seroka Yekîneya Hevrêzkirina Piştgiriyê digel Ehmed Tu’ima serokê Hikûmeta demkî di kongirekî rojnamevanî de anî ziman ku:” Qeter û Erebistana Si’ûdî û Mîrnişînên Ereb yên Yekbûyî û Kuwêt û Tirkiya dest bi pêşkêşkirina alîkariyan kirine bo kampên penaberan her ji destpêka Bahoza Berfbarînê, ku em hêjî li benda bizavgeriya dewletên dost yên dîtirin”. û Eletasî tekez kir ku hejmarek ji dewletên dost mîna Amerîka û Birêtaniya û hin dewletên din dest bi bizavan kirine bo dabînkirina piştgiriya pêwîst bo penaberên Sûrî, herwiha tekez kir, ku her ji dema qewmîna bobelata mirovahî di kampên Sûriyan de, nêzîkî 700 000 dolar hat mezaxtin bo alîkariya diravî ya bilez, sûtemenî û çadir ji bo kampan hatin dan, ku hejmara xêzanên sûdewergirtî ji vê hilmetê di kampan de gihişt 30 hezar xêzanî, û li gor axaftina Suhêr Eletasî ku Yekîneya navborî kar kir ji bo”gehandina alîkariyên berçav bi behayê 500000 dolarê amerîkî, ku 82000 betanî û 2,000 binxêvet hatin dabeşkirin li ser kampên gundewarê Idlibê, û biqasî wan hatin dabeşkirin li ser kampên li gundewarê Helebê. û îrojî yekîneya navborî gehandina 40 ton ard bo kampa Etmê û Kampa “Kendeva Erebî” li gundewarê Idlibê ragihand, û herwiha bi karê dabeşkirina xêvet û sepetên xwarinê û şirê zarokan li ser kampa Elyemediya li gundewarê Latiqiyê rabûn”.
Jêder: Hevbendî