Hevbendiya Niştimanî Sûrî tawana kuştina çalakvanê hawarçûnê Mihemed Yûsif Erîşe li kampa Yermûk li Şamê şermezar kir. Berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit got: ” Bi xemginiyek mezin , me nûçeya pakrewanbûna çalakvanê hawarçûnê ” Mihemed Yûsif Erîşê” bihîst, Mihemed li nêz mekteba xwe li kolana Lobiye li kampa Yermûk di operasyoneke tawankarî de duh şehîd ket. destê xedrê ev operasyon derheqê yekî ji kurên şoreşê kir, ew çalakvanekî qehreman bû di gelek warên hawarçûn, nojdarî, û xêrxwaziyê de kar dikir “.
Mihemed Erîşe yê bi navê Ebû El´ebid navdar e, endamek di desteyek xêrxwazî de bû, dosyeyin nojdarî tê de birêve dibirin, herweha rêxistinek nojdarî damezirand, û di warê dabînkirina hawarçûn û selikên xwarinê bo feqîran kar kir.
Mislit weha berdewam kir: ” Em di Hevbendiyê de behîdariyek ji dil ji mirovên şehîd re pêşkêş dikin, hêvî dikin ku Xwedê wî û hemû şehîdên Sûrî bi dilovaniya xwe şad bike, û karên wan bipejirîne, sebr û dilxurtiyê bide me hemûyan da em rê berdewam bikin, ji ber têkoşîna me ji bo azadiyê berdewam e, bi saya Xwedê wê destê dadweriyê dirêjî tawankar û hemû kesên ku destê wan bi xwîna sûryan bûye bibe” .
Jêder: Hevbendî