Serokê nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Xalid Elsalih pesnê gavên ku kombenda Rojnamegerên Sûrî di bizava damezirandina ” Raghandinek niştimanî ya azad û bê astengiyên siyasî û ramanî be” da. Û got: ” Taybetmendiya vê komelgeha ragihandinê ku li ser bingeha tiknoqrata pîşekarî û xwedûrkirina ji karê bêrêxistin di warê ragihandinê de ava dibe, nemaze ku pêlistina bi ragihaninê -bi taybet di vê demê de – ne kêmî metirsiya pêlîstina bi çekê ye”.
Di hevpeyvîna taybet de bi nivîsgeha Hevendiyê re Elsalih wisa berdewam kir:” Neafirandina kenalên ragihandinê yên pîşekarî û azad dibe ku ziyanên mezin bigihîne şoreşê, herweha bergiriya wê ya hundurîn ku bi çavdêrî, rexnekirin, û arastkirina armancên ragihandinê ber bi riya rast ve pêk tê jidest dibe. Pêşkêşkirina şîretan bo çêkirina ragihandinek azad dûrî bendên siyasî ku rêjîma Esed ferz kiribûn pêwistiyek giring e, û serkeftin di amadekirina wê de gavek rastîn e ber bi hişiyarkirina raya giştî ya xwecihî, Erebî, û navdewletî ye, herweha lezkirina ajotina dûlabê şoreşa azadî û yasayê ye”.
Daxuyaniya Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevendiyê hat dan, piştî bidawîkirina Kombenda Rojnamegerên Sûrî ji komeleya xwe ya giştî a yekem re duh li bajarê Xazî Entabê li Tirkiyayê. Amadekaran tê de pirsgirêkên Kombendê, êşên rojnamegerên Sûrî, û pîşeya rojnamegeriyê bi giştî guftugo kirin.