Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tewana terorîstî ya kirêt a doh êvarî li bajarê Nîs, a ku kombûnek ji kesên aheng ji bo Roja Cejna Niştimanî ya Ferensayê dikirin şermezar kir.
Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de sersaxî ji xizm û kesên qurbaniyan re xwest, û hêviya saxbûnek bilez ji birîndaran re kir, û tekeziya rawestana xwe li kêleke Ferensa û gelê wê kir di rûberûbûna karên terorîstî yên ku armanca wan têkbirina aramî û hêminiyê ye.
Hevbendiyê tekez kir ku gelê Şûriyê ew bêhtirîn kesên ku dikevin hestên qurbaniyên wek van barudoxên dijwar û kulên wan parvedikin, û ew ji her kesî bêhtir tê digihêjin ku çendî ev tewanên zarok û sivîlan armanc dikin kirêt in, ji ber ku Sûriya bi dirêjahiya salan û hîn jî rojane rastî terorîstîya rêjîma Esed û alîkarên wê dibe.
Hevbendî dibîne ku cîhan îro pir hewcedarî vegerandineke rasteqîne ye ji helwestên xwe re, derbarê kok û rehên terorîstiyê, û tê xwestin ku bête têgihiştin ku metirsiyên mezin çêdibin ji encama têkçûnê di pabendiya bi piransîbên mafên mirovan û mafên gelan, tevlî têkçûna dewletên zulhêz di hilgirtina berpirsiyariyên xwe de derbarê kirîzan, û helwestên wan yên sist, û xistina bercewendî û nakokiyên xwe di kêşe û milmilaneyên xwecihî de, û wan dikin kirîzin cîhanî û beşdariyê di belavkirina bêserûberiyê dikin, a ku ramanên terorîstî sûdê jê werdigirin.
Jêder: Hevbendî