Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê diyar kir ku ew binpêkirinên brdewam yên aniya “Fetih Elşam” ya terorîst şermezar dikin, û daxwaza damezrandina artîşek niştimanî ji hêzên şoreşger kir ji bo xizmeta armancê şoreşê bike.
Hevbendiya Niştimanî îro roja pêncşemê di daxuyaniyekê got ku ew “kiryarên destdirêjiya li dijî sivîlan û mafên wan û binpêkirinên azadiyên giştî û mafên mirov yên ji aliyê rêxistina “Fetih Elşam” û alîgirên wê dibin şermezar dike, û tekez kir ku ew beşek ji rêxistinên terorîst e, û riftara wê nayê qebûlkirin, û dikeve di rajeya Rijêmê û hevalbendên wê yên dagîrker de, û herwiha hêza milet lawaz dike li hember dagîrkerên xaka Sûriyê ya bi xwîna bihezarên şehîdan hatiye rizgarkirin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza lixwegirtina pirojeyekî niştimanî yê yekgirtî ji hêzên şoreşger û leşkerî kir, li ser binyadê rewşt û piransîpên şoreşê ji bo dirustkirina artîşeka niştimanî ya Sûrî da bibe xizmetkar ji şoreşê û armancên wê re, û kar di bin sîbera wê ya siyasî û rewa de bike, û bibe rengvedanek ji xwestek û hêviyên gel re, ji bo yekîtiyê û karê rêkupêk ligor binyat û zagonên pîşeyî.
Hevbendiya Niştimanî cext kir ku şerê gelê Sûriyê li dijî rijêma Esed ya tawankar û dagîrkariya Îranê û sercem hêzên terorîst e, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi rijdî kar bike ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên encûmena asayîşê, hevdem ligel binbirkirina terora fermî û ya sînorbir û jinavbirina jêderên wê.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de daxwaza redkirina terorê bi hemû şêweyên wê yên êdiyolojîk û tayîfegerî û cudaxwazî ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir, û kar bike ji bo derxistina srcem rêxistinên terorîst ji Sûriyê û red bike ku hîç penagehek aram yan perdeyek bo wan hebe.
Hevbendiyê dubare tekezî li ser yekîtiya xak û gelê Sûriyê û avakirina sîstemek dîmokratîk û aram kir, ku ev yek bingehek serekî ye ji bo dûrkirina metirsiya terorê ji navçeyê, û parastina mirovatiyê ji şerên wê û ziwakirina jêderên wê, û rê bigire li pêşiya takekes û rêxistin û dewletan ji xudankirin û piştgiriya wê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûrî