Serokê nû yê Amerîka Doland Tiramp got ku “ewê helbet navçeyên tenah li Sûriyê ava bikin” ji bo parastina kesên ji şer û tundutîjiya rijêma Beşar û milîsên palpiştên wî direvin.
Tiramp roja çarşemê di çavpêketinekê de ligel êzgeha “IBC” got ku “helbet em ê rabin bi dirustkirina navçeyên aram li Sûriyê ji bo parastina kesên (ji tundutîjiyê direvin)”.
Û ligor reşnivîsa biryarekê ku ji aliyê ajansa “Royterz” hatibû belavkirin, ev yek li benda amzeya Tiramp e, ku wê daxwaza pêkanîna vê yekê ji herdu wezaretên brgiriyê û derve bike, ku di heyamê 90 rojan de ji pesendkirina vê yekê, divê pilanekê bo peydakirina navçeyên aram li Sûriyê pêk bînin.
Ji aliyê xwe, îro Husên Miftî Oglo, berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê got ku Enqera çaverêya soza serok Doland Tiramp e, ya ji bo dirustkirina navçeyên tenah li Sûriyê, û got ku “Tirkiya her ji destpêkê piştgitiya dirustkirina navçeyên tenah dike, û Cerablus baştirîn nimûne ye”.
Tê zanîn ku artêşa Sûriyê ya Azad û bi piştgiriya Enqera dijî rêxistina DAIŞê di çarçoveya “Mertala Firatê” de li bakurê Sûtiyê bi ser ket, û rabû bi rizgarkirina rûberek berfireh bi dirêjahiya 100 k.m û ket di şerên dijwar de li dijî çetryên DAIŞê li bajarê Babê.
Herwiha Hikumeta demkî ji aliyê xwe ve çend pirojeyên xizmetgozariya milet û vegerandina jiyana asayî li wan navçeyan amade kirine.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat