Artêşa Sûrî ya azad, di encama êrîşa ser baregehên rêkxistina Daişê ya ji sibehê ve di operasiyona “Mertala Feratê” de dest pê kiriye, çend gund li rojhilatê bajarê Babê li gundewarê Helebê yê Bakur kontrol kirine û bidehan endamên rêkxistina Daişa tirorist kuştine.
Çalakvanan gotin ko şoreşgeran gundê “Elmiqrî” û girê rex wê, piştînîvroya îro pêncşembê, di şerê ko şoreşger dikin tako bajarê Babê kontrol bikin rizgar kirin, û ew tê dîtin wek dawîtirîn cih li gundewarê bakurê Sûriyê ko di bin kontrola Daişê de maye.
Artêşa azad bajar ji çar aliyan ve dorpêç kiriye, û cihên rêkxistinê li hindir û rexên bajêr amanc dikin da rê li ber têwerdana bajêr vekin û kontrol bikin. Giringiya kontrolkirina Babê tê ko rê li ber milîtanên PYD digre da herêma kontrolkirina xwe li bakurê Sûriyê firehtir nekin.
Bajarê Babê 30km dûrî sînorê Tirkiyê ye û dora 200hezar kes niştecihên wê ne, û rêkxistina Daişê di 14.01.2014an ew kontrol kiriye.
Alayên şoreşger rêya sereke ya navbera Heleb û Babê piştî operasiyonekê berê bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê pê rabûne kontrol kirine, dema ko ji herdu tewerên bakur û başûr ve rê li rêkxistina Daişê teng kirine, û çiyayê Eqîl yê raserî piraniya taxên bajêr û nexweşxana Elhikme rojavayê bajêr kontrol kirine, û bi vê yekê jî ragihandine ko ew gihane dergehên bajêr.
Tê zanîn ko Artêşa Sûrî ya azad û bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê bêtir ji 217 herêmên niştecihan ji gava ko operasiyona “Mertala Ferat” ragihandine di 24 heyva tebaxa sala çûyî kontrol kirine, û bi sedan ji endamên rêkxistina Daişa tirorist kuştine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî