Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê teqîna terorîstî ya li êvariya duhî roja çarşemê li bajarê Enqera paytexa Tirkiyê şermezar kir.
Hevdem sersaxiya kesukarên qurbaniyan kir û saxî ji birîndaran re xwest, û hevxemî û rawestana gelê Sûriyê li kêlek serkirdayetî û gelê Tirkiyê tekez dike, li ser rûbirûbûna wek van tawankariyan.
Hevbendiyê cext kir ku Rûbirûbûna van êdiyolojiyên tundrew nayê kirin, bêyî jinavbirina yên li pişt van kiryaran dirawestin û çavkaniya wan, ku ji rêjîma Esed ,mezintirîn hembêzkerê terorê, û hevalbendên wê yên piştgiriya wê dikin pêktê.
Hevbendî baweriya xwe bi karîna Tirkiyê tekez dike li hember vê nexweşiyê û berdewamiya rola wê di piştevaniya gelê Sûriyê de heta jinavbirina rêjîma zordariyê û tişta li pey xwe anî ji dagîrkerî û terorê.
Jêder: Hevbendî