Îro pêncşemê, çaremîn roj e ku çekdarên milîsên PYDê bi helmeteke berfireh ya girtina xortan ji bo leşkeriya neçar rabûne.
Ew helmet li Qamişlo, Dêrik û Rimêlanê rû da, herwiha wan çekdaran otomîlên rêwiyan pişkinîn dikirin, û li ciwanên ku temenê wan di navbera 18-30 salî de digeriyan.
Herwiha çekdarên milîsên PYDê, xortan li deverên Kurdî digre bi bihaneya leşkeriya bi zorê, da ku wan bibe şer û tevlî pevçûnên xwe yên li deverên şoreşê li Gundewarê Bakur yê Helebê bike.
Ji aliyê xwe Endamê Desteya Siysî ya Hevbendiya Niştîmaniya ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Fûad Elîko tekez kir ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê nikare bibe nûnerê gelê Kurd ê Sûriyê, bi taybet piştî êrîşên herî dawî li ser deverên şoreşê, bi piştevaniya hêzên Esed û sîwaneke asîmanî ji balafirên Rûsî.
Fûad Elîko Partiya Yekîtiya Demoqratîk bi rêkxistineke karmend ûne girêdayî Kurdan û ne berjewendiyên netewî pesend kir,û da zanîn ku ev rêkxistin tenê xizmeta berjewendiyên rêjîma Esed û Rûsya li Sûriya û deverê dike.
Jêder: Hevbendî