Cîgrê Serokê Hevbendiyê Ebdilhekîm Beşar dît ku ” Nemana baweriya gelên deverê bi Emerîka bi vî awayê bêhempa, rastiyeke tu kes nikare veşêre, û vegera baweriyê bi Emerîka dem û gavin gewre ber bi xizmeta pirsgirêkên gelên deverê jê re divê. Herifîna saw û heybeta Emerîka li deverê hişt ku diktator û tirorîstên biçûk hevrikiyê pê re bikin, ev yek jî vedigere qelsbûna rêvebiriya niha û dudiliya wê di stendina biryarên vebir wek ku tê xwestin de”.
Cîgirê serok weha jî got “Serokê Emerîkî yê niha dît ku guhdana bi rewşa hindirîn ji giringtirîn pêşindeyên wî ye, û bingeha istiratîjiya wî di her du qonaxên serokatiya wî de ye. Û wî hevrikê dîrokî yê Emriîka – anku Rûsyaya fîdralîzim – hiştiye ku serkeftinekê li dûv ya dî di hêla navdewletî de û li hestyatirîn û istiratîjîtirîn deveran de bidest bixe. Rûsya serketinek mezin li ser Emirîka di warê pirsgirêka Okranya de kir, him ji hêla veqetandina Mîna-Girava (Qirm) ,yan jî hilbijartinê ku niha li Okranya lidar in, herweha Emirîka gelek tiştên giring di doseya Iran ya Newewî ji dest dan, di riya nîv-vekirina dorpêçkirina aborî, û di doseya Iraqê de jî danîna fermandar û serokan û destnîşankirina siyasetên istiratîjî di destê Iranê de ye. Di doseya Sûrî de Emirîka têkçûnek bêhempa têkçû, û lihember wê Rûsya serketinek gewre di riya serketina wê di parastina rejîma dektator li Sûrya tev kuştarên giştî û tawana ku derheqê miletê Sûrî bikar anî û tîne bidest xist. rêveçûna Emirîka li dû istratijiya Rûsî diyar e ku li ser paşxistina doseya tirora Esedê tawankar û çarekirina diyardeyên ku rejîmê ew çêkirine ava ye. Ev diyardeyên ku di girûpên tirorîst de ji çêkirina rejîma Esed ku bûne derdê her derdan ji Emirîka re, û çêkerên tirorê bi aramî û asayî dijîn. ev serketinên Rûsya di warê navdewletî de beramberî têkçûna siyaseta Emirîkî ya derve ta vê kêlîkê di hemû doseyên istratijî di piraniya wê de vedigere guhdana rêvebiriya Emirikî bi rewşa hindirîn û pêkanîna serketiyan ta niha tê de. Encamên hilbijartinên zagonsazî yên qonaxa navîn bo Encumenê Nûneran û yên Rîspiyan û Fermandarên wilayetan biserketina partiya Cemhûrî tekez dike, ew jî tê wê wateya têkçûna istratijiya rêvebiriya Emirikî û bi awayekî mezin ji hêla hindirîn ve”.
Jêder: Hevbendî