Emîndarê giştî yê hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulbasit Abdulletîf, bi “Rena Abawî” rawêjkara siyasî ya dosya Sûrî di weareta karûbarê derve ya holendî re civiya, û behsa rewşa siyasî û meydaî li Sûriyê kirin.
Û emîndarê giştî hevdîtin bi pesindana rola Holendayê ya mirovî û siysî di piştgiriya gelê Sûriyê û armancên wî dest pê kir, her weha guhdana mezin a Holenda ji penaberên Sûrî re bilind nirxand.
Û Abdulletîf behsa rewşa deverên rizgarkirî kir, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di riya dezgehên xwe yên cîbicîkirinê, kar ji bo dabînkirina hêminî û aramiyê li wan deveran dike, û bal kişand ser ku milîsên PYD astangiyan derdixin, û sivîlan ditirsînin û tewanan dijî wan pêk tînin, di riya teqînên terorîstî yên berdewam re.
Û behsa gerên xwe yên meydanî digel endamên desteya siyasî û ya serokatiyê li deverên rizgarkirî kir, tevlî “Cerablus” û “Efrînê” li gundewarê Helebê, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimaî di riya “Komîta Cezîre û Furat re” , silogana rêvebirina deverê ji aliyê xelkên wê ve hildabû.
Û herweha got ku Wezareta Rêvebirina Xwecihî ya hikûmeta demkî, di damezirandina encumanên xwecihî ji bajarê “Til Ebyed” û yê “Serêkaniyê” de biser ket, û bal kişand ser ku bihezaran kes vegeriyan malên xwe yên li deverên wan ên resen .
Û derbarê rewşa siyasî, emîndarê giştî tekez kir ku şanda rijêma Esed mercên pêşwext ên derveyî karê komîta destûrî danîn, berî li hevkirina li ser xişteya kar, ji bo astengkirin pirosesa destûrî, û tekez kir ku rijêma Esed bi vî karî dibe asteng li pêşiya hêvî û daxwazên gelê Sûrî û paşeroja wî.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimani ya Sûrî